a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ez Nexweş Im

Ez nexweş im gewra minê Îro min go were ser min... ay Gewra minê min go wez nexweş im De were ser min Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min Ax çi ferman e bira oy Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin.. Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman Eva serê çend û çend salên min temam Min terka welatê xwe da Ez perîşan im bira ax çi ferman e dilo Lê Dotmam Xeber hate min li ser eşqa dil Eywax gul bû evîndara bilbil Bilbil xema qet nakşîne ji gul Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niştiman e Diqîrî digazî li ber desta ne Wê çawa bê sebra me Kurdan e (Dîsgotin) Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan Lê niştiman nadim bi hezar yaran Bo azadî dil û canêm qurban Bo rizgarî divêm axa goran (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024