a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ez Xelef Im

li nava ber û koman şerê dekî pir bû. rik ji hev digirtin. dost nebûn destê wan bigihînin hev. çîroka me di derbareyî xelefê şûvî û ezdînşêrê mîrê botan de ev e wa ezdînşêr, mîrê botan! ka kê pişta xwe spartiye romiyan e?! tu dibêje xelef ditirse ji meydan e ka were em îro dekê xwe lihev bidin emê bibînin ku, kî berx e kî beran e! pêş de were! he hêy! ku hûn dibînin kom û berên me hatine hemberê hev şer dikin ho! xelefê şûvî û dibê ezdînşêrê mîrê botan hêy! wa ezdînşêr derkeve meydanê, şer şerê me ye hêy! ez xelef im xelef im hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr ez xelef im xelef im êzdînşêr mîrê botan e xwedîyê şûrê bisedef im hawar e mîr hawar e mîr hawar e mîr xwediyê şûrê bisedef im êzdînşêr mîrê botan e nav eşîran bigef im hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr nav eşîran bigef im êzdînşêr mîrê botan e ez xelef im xelef im hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr ez xelef im xelef im êzdînşêr mîrê botan e li ser şikestina nav û deng, xelefê rêberê beran û ezdînşêrê mîrê botan şerê dekarî dikin. pê re li hemberê hêzên romiya wenda dikin. lê ta hişê wan tê serî, wenda dikin her tiştî mixabin! xirabmaliye şerê biratî he hêy! mîro mîro mîro! dîsa destpê kirin şerê ber û koman e ê dibê ezdînşêrê mîrê botan û xelefê şuvî ez xelefê kinik im hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr ez xelefê kinik im êzdînşêr mîrê botano xwedîyê şûrê bişirik im hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr xwedîyê şûrê bişirik im êzdînşêr begê begano nav eşîran birik im hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr nav eşîran birik im êzdînşêr mîrê botano ez xelef im xelef im hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr ez xelef im xelef im êzdînşêr mîrê botan e

Bêjebêje © 2015-2024