a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ez xortê Kurd im

Ez xortê kurdim pir bi nav û deng Wa min hilgirtîyi bombe û tiveng Ez dê herim şer, ez dê herim ceng Ger nezîvirim dayê tu megrî Ez xorta kurdim pir bi nav u deng Wa min hilgirtî bombe û tiveng [x2] Ez dê herim şer, ez dê herim ceng Ger nezvîrim dayê tu megrî Ger nezvîrim annê tu megrî Li vir heya Çîn, nav û dengê min Dunya hemu dît, şan û rengê min [x2] Tu temaşeki li şer û cengê min Ger ez bem kuştin dayê tu megrî Ger ez bem kuştin dayê tu megrî Dayka min û te, tev Kurdistane Em we xelaskin, ji bin destane Em we xelaskin, ji bin destane Ger venegerin, ew bo me şane Ger venegerin, ew bo me şane Ger ez şehîd bim, dayê tu megrî Ger ez şehîd bim, annê tu megrî Te ez xwedîkirim, bi şîr mijandî Hêsirê çavan, bo min rijandî Te min xwedîkirim, bi şîr mijandî Hêsirê çavan, bo min rijandî [x2] Dilê xwe te kir, bo min şewtandî Min helal biki, dayê tu megrî Min helal biki, annê tu megrî

Bêjebêje © 2015-2024