a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Girîng e Jin û Mêr Tev Rabin

Li şayê, li şewrê, li cengê Girîng e ku jina Kurd, qîza Kurd Li kêleka mêrê Kurd û xortê Kurd cih bigre Lew roja teng de, di roja fireh de, li şêrê de Ew wê kanibe li kêlaka wî bisekine wek daxwaziya wî, wê derd û kulê jî bikşîne Neha gotina me ji keçê Kurda re û bersîvê wan Keçê binêr çerxa cîhan zor girêdan nemîne li dor Jin çûnê pêş, pir dixwînin, êdî kelem kete şûna şûr Keçê em dixwazin bi me re werin şewrê Dilo em dixwazin bi me re rabin cengê Hayê hayê em keçikê kurdan in Şêrîn û şeng in, li hêviya merdan in Hayê hayê em kulîlkê kurdan in ji derdê nezana ber bend û ser wenda nin Serê xwe rake keça kurda dil û cegerê min heliyan Ka niştîman ka azadî, ka dayikên me sêwiyan (Dîsgotin) Xwîşka delal ji bo welat gerek mêr û jin tev rabin Kî naxwaze, paşve rûyê, ne perwer in azad nabin (Dîsgotin) Çi jin û mêr gundî rençber karker xebatkar xwendevan Welatparêz û perwer bin hûn roniya çavê Şivan (Dîsgotin) Erê delalê hûn kulîlkê kurdan nin Ji derdê nezana ber bend û ser wenda nin Hayê hayê hûn kulîlkê kurda ne Ji derdê nezana ber bend û ser wenda ne Erê xwuşkê hûn kulîlkê kurdan e Derdê malxwîyê mala Ji derdê feodala ber bend û ser wenda ne

Bêjebêje © 2015-2024