a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Gulê Mehrûmê

Wî de dewran e, gulê mahrûmê dewran e Min dî bejna zirav sekinî li pêşya malê li ber bênderan Li xwekirirye qutinyê Helebê ser bejna tenik û zirav de berdabû Gulik û şurikên van kemberan Digo lawiko tuyê xwedê hebînî min bihîstiye tuyê here welatê xerîbiyê De rabe ramûsanekê ji dev û lêvê şekirî ji min keremke Bira dilê te nebe meskenê derd û kul û van keseran Ax de dewran e gulê mahrûmê dewran e Wey de gelî gundîno... gelî gundîno û cîranno.. Sibê ye min di bejna zirav sekinî li derî malê gelo xwe dabû nava derî Minê bala xwe daye ji linga heya serî Û min jê dipirsî kubarê tu aziba an jî ferî Go lawiko ezê bi te kim tuyê bi xwedê kî ji van gotinan vegerî Li kumêtê serreş suwar be, ber derê me re her û werî Bêbexto bihîstina ku min bihîstiye tu li ser şêx û melan pir digerî Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên şêx û melan naçe serî Ax de dewran e gulê mahrûmê dewran e.. Ax de gulê lê lê ez wêran im Wey li min gelî gundîno û cîranno.. Sibê ye malan barkir koç bi rê ket Min dî kewa gozel xemilî bi refê ket Ew û pîra diya xwe ji malê suwarbûn bi rexê ket Xwedayê alemê wê qedera wê bi reş bigerîne Tu bala xwe bidê kewa gozel li zozana danimê Teze dilê min şewitî agir pê ket Ax de dewran e... gulê malwêran, ax lê gulê li min dewran e..

Bêjebêje © 2015-2024