a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Hatim Duhokê

Hatim Dihokê Dihoka rengîn Çendî ciwan e bajarê şêrîn Gelê’m bernede azadî xweş e Şehrezad bikin Dihoka rengîn Şên bikin Dihoka rengîn Zaxo, Hekarî li merga rûbaran Akre û Amedî gelên xweşmeran Mûsûl û Hewlêr, Şeqlawa’w soran Xemla dil Dihok bûka Behdînan Sileymaniye û Pêrûka Kurdan Ûrmiye û Mehabad, Siliv, Kermanşan Baxde û Zerdeşta xaka gulan Şîn şarîstanê li baxê gulîstan Hatim Dihokê Dihoka rengîn Çendî ciwan e bajarê şêrîn Gelê’m bernede azadî xweş e Şehrezad bikin Dihoka rengîn Bîngol, Agirî û Qers, Bitlîs, Mûş û Wan Erzirûm li Serhed bihişt e zozan Meletî û Sêwas, Elezîz, Ezircan Warê Dêrsimê qozgeha şerân Mereş û Merkez, Îskenderûn û Ceyhan Efil û Elbêstan l’ber çiyayê Kurdan Semsûr û Entab, Ordî û Kuban Canik û camêrên bisk û berazan Hatim Dihokê Dihoka rengîn Çendî ciwan e bajarê şêrîn Gelê’m bernede azadî xweş e Şehrezad bikin Dihoka rengîn Rihayê dîrok çand li Deşta Herran Amed her bûye nîşana berxwedan Mêrdîn û Qamişlo, Cizîr, Şirnaq û Batman Sêwreg, Wêranşar nav Mezrabotan D’ nava çiyan de bi rez û kanî ye Bi al û hola xwe gelek rengî ye Jiyana Dihokya kurdewarî ye B’ rênc û şopa xwe ya kalê Barzanî ye Hatim Dihokê Dihoka rengîn Çendî ciwan e bajarê şêrîn Gelê’m bernede azadî xweş e Şehrezad bikin Dihoka rengîn Muzîk: Mihemed Arif Cizrawî

Bêjebêje © 2015-2024