a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Helebçe

Wey lo lo, wey lo lo wey lo Wezê daketim kel û kaşxanan Wezê daketim serê birc û van dîwaran Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo... Dîsa bombe û baran e Her derê girtî mij û dûman e Dîsa nale-nala birîndaran e Dengê dayika tê li ser lorikê wan e Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo… Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar... Dîsa li me ferman e Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e Her der xistiye nava agir û mij û dûman e Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim Weke Mahabat û weke Berzan e Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e... Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy... Erê hey lê lê... Here hey lo lo... Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin Dinya alemê pê bihesînin Serok û rêberên Kurda li hev bînin Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin Bira xelq û alema pê bihesînin Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar… Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me

Bêjebêje © 2015-2024