a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Heseniko û Asê

Hesenîko qurban ava Çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê… Hesen qurban ezê li qiraxa çem rûniştî me li benda te me hoyê.. Ezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te Min derbasî wî alî ke ez kefîla heqê te me hoyê.. Na na wele tê min derbas nekî Ezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî Ezê derbas bim cem Hesenîkê xwe ez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê. De lê lê wî Asê.. Lo lo Hesen dîno ezê neçim Mûradê lo bilind ciya hoyê.. Û çû keriyê mala bavê min danîne li zozana cem bêxêrê pezkuviya hoyê.. Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê.. Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min Min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê De lê lê wî Heseno.. Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê.. Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê.. Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara Wele minê zanibiya teyê ji min ra bigota Asê xwengê, minê bigota Hesen bira hoyê.. Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza Sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevira hoyê. De lê lê wî çi bike Asê.. Gotin: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024