a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Hevalê Bargiran Im

Xebat tevgera min e, azadî daxwazya min e. Lê gelê guhdar, gelî azadîxwaz, gelê bindest, hozanek zimanê gel e, zimanê milet e. Derdê milet dibêje, hisê wî radikê ji bo mafê wî. Ev mafê herkesî ye Hevalê bar giran im Hevalê şoreşvan im Hozanê gelê bindest Hozanê we kurdan im Ez dengê Kurdistan im Endamê Kurdistan im Qet zen nekin her weha Li şorên we guhdar im Nê’m firotan nê’m buha Gelê bindest re yar im Hevalê bar giran im… (Dîsgotin) Nalîn tê ji Kurdistan Bo wê çê dikim helbestan Destê xwe em dirêj kin hev Deynin baxê gulîstan Hevalê bar giran im… (Dîsgotin) Alîkarê dilsoz im Rêdanê mîrê hov im Şoreşger im him kurd im Ji bo xwînxwara bi xof im Hevalê bar giran im… (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024