a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Hêviya Te

Hêviya te hêviya te ez mam Benda te benda te pir mam Hêviya te hêviya te ez mam Benda te pir mam azadî can Li te digerim ma tu li ku ye Bes carek were bêje çi ye Ez derbeder bûm xêr nediye Da ku zanibî xeta kî ye Sal û deman benda te mam De bes e were azadî can Hêviya te hêviya te ez mam Benda te benda te pir mam Hêviya te hêviya te ez mam Benda te pir mam azadî can Bo çi ne bi war be hêlîna me Miraz girtî be evîna me Tev bi hewrînin nav dilê xwe Şîn û şahî be jiyana me Sal û deman hêviya te mam De bes e were azadî can Hêviya te hêviya te ez mam Benda te benda te pir mam Hêviya te hêviya te ez mam Benda te pir mam azadî can Muzîk: Dilşad Said

Bêjebêje © 2015-2024