a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Hinê bînin li teştê kin

Hinê bînin li teştê kin Şîr û şerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin Şarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e

Bêjebêje © 2015-2024