a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Hozan

Ne paşa û ne wezîr im Ne muftî û ne dede me Wez ne şêx û ne jî mîr im Ez hozanê gelê xwe me Çendî rastiyan dibînim Tînim li ber we datînim Car car dikim ez rexnên we Ji bo baştir bibe doza me Navê min ji we mal û milkan Mihneta we li diyarê han Gelê serok û rêberan Hozan im hozan Hevalno, hogirno, delalno xweşewîstno Car car dibim Fêqiyê Teyran Digerim seranserê welatan Tov avêtin nava cîhan Şax berdan li baxçê gulistan Lê ketin tora çar dewletan Min dixin nava zindanan Işkenca axîn û lêdan Ha ho li halê me girtiyan Gazî dikim şax bilbilan Şîn xistin nava baxê gulan Dibêjin çi divên ji Fêqiyê Teyran Hozan e hozan Dewletno, sîyasetno, komarno hukûmetno Car caran zembîlfi roş im Selik û zembîlan difi roşim Kolan kolan digerînim Nanê zarokan dertînim Navêm xwêdana eniya kesan Navêm keda destê kesan Divêm bi destê xwe xwedî kim Zarok û zêç û kal û pîran Axano, paşano, kedxwarno zordestno Car car dibim Melayê Cizîrê Diketim derya vê dîlberê Ax dîlberê wax dîlberê Mûmit di qama fenerê Rohnî bike li min dîlberê Avek ji ava kewserê Vêxwim ji destê te dîlberê Subhanallah li wê dîlberê Xweda çê kir ji ezberê Çendî van e parçê Xwedan Jê nagerê rohniya çavan Her ku li dîlbera xwe dinêrim Xweş xweş dirisînim ristan Berhev dikim ji bo dîwan Bidim dîroka Kurdistan Hozan im hozan Hozanno, dengbêjno, şaîrno hunerdmendno Car car dibim Exmedê Xanî Dikevim nav xewn û xeyalan Dibim şewê Memê Alan Didim wez pê Zîna Zêdan Ji muxurbê ta Cizîra Botan Hawar li halê evîndaran Jê nagerin Beko Ewan Nasekinin koma fêsadan Nerindno, bêbextno, fesatno, ewanno Divêm bilind bibe doz Fireh bibe çand Rengîn bibe ziman Ji ber vê çê dikim Van awaz û stranan Hevalno, hogirno, rindikno xweşikno Aranje û harmonî: Dalshad Saîd

Bêjebêje © 2015-2024