a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Karkêr, Cotkar, Rêncber û Şivan Tev Bibin Yek

Kele kela oy… germa havînê oy… Tene bi gelaş e, li min histirî ne… Ro(j) dijwar e, ax pir bi tîne Tene bi gelaş e, li min histri ne Ro(j) dijwar e, ax pir bi tîne Erd diqelişe şax şax dane ax… Xwêdan hat xwar dilop dane.. Av çirav e li min, em tî mane Da em bar kin herin siwax e… Tene bibû hat bakirin Şane şiyan şeqil kirin Deyndara deynê nû rakirin Bê pere ma ji wî tane Di (g) urt reş ma lê bû goman Cotkarê’m ka keda salan Zarok tazî man bîrçi man Deyn di gerek kesî neda Mal bar kîr û ber da beriya Sondek xwar venegeriya Ger tu here serê deviya Tê tim karkarê barê giran be Lê daxwazî çi ye Ger sed sala tu şivan be Ger sed sala tu gavan be oy Heftê salî tu cotkar be… Tê tim birçî li ber deriyan be… Lê tu bira şivano cihê te goma mîhan Ger tu jî sed salî şivan be Tê carinan têr bibe geh têr nabe Lê hûn hemî li ber deriyê axa Hûn xulam in ji bo axa Ji we re dibêjin tirşikçî Xwediyê teşt û tebaxan

Bêjebêje © 2015-2024