a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Kîne em?

Kîne em? Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter Gelê Kurdistan Şoreş û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn, Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in rojhilat, Tev birc û kelat. Tev bajar û gund, Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar, Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng, Di rojên pir teng, Bi kûştin û ceng. Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîne em? Hey hey hey kîne em? Kîne em? Gelê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aştîxwaz. Em xweş mirov in, Ne hirç û hov in Lê çibkim bê şer Dijmin naçî der. Bav û kalê me Dijîn tev serbest, Naxwazin bijîm Ta ebed bindest. Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in ew Kurdê serhişk û hesin, Îro jî dijmin ji me ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr, Biteqim ji bin, Dîsa wek mêra, Bikevin çiya. Naxwazim bimrim, Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe Axa Mîdîya, Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar, Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo, Kardox û Kudî, Em in Mad û Goş, Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor, Em in, em Kurd in li jêr û li jor Çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin! Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg Hinek jên bûne cahşê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar, Bûne olperest, Bûne paşverû, bi tizbî û xişt Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn, Bûn dijminê hev perçe perçe bûn. Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan Jar û perîşan Ket e bin destan! Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê Raketin, raketin… Yekcaran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Yek carna serê xwe bi hêz rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipişiqîne Brûskê tavê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne Niştimanperweran diwelidîne Em in ew gela Belê em in ejdeha Ji xewa dîlî Şiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr Rabin her wek şêr Serê xwe hildin Çi serbilind in Bi cîhan carek Em bidin zanîn Rêçika Markîs, Rêçika Lenîn. Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem, Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem. Bejin bilind in Wek dêw bilind in Em dest dirêj in Serbest dibêjin Dixwazin bi lez Gavan bavêjin! Kîne em? Hey hey hey kîne em? Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in herdem Em şer naxwazin, Divên wekhevî, Em paş ve naçin, Lê dijmin direvî! Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî Divên biratî, lê ew qebûl nakî Bûye wek rûvî Li paş xwe nanêrî Kine em… Gelo bavêm çi bikin? Naxwazin însanî Êrîş bikin û bigrin Histu bişkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kîne em?

Bêjebêje © 2015-2024