a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Kurdno Rabin Ji Xew

Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye Bitlîs û Muş, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez Şivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Bêjebêje © 2015-2024