a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Lê dotmam

Dotman. Gelek silavên şoreşvanî li te Bi hisreta dila têm çavên te Vê stranê Vê helbestê An go dibêjim li ser evîna me Li ser armanca me Xeber hate min li ser eşqa dil Hey wax gul bû evîndara bulbul Xeber hate min li ser eşqa dil Agadar bûm li ser êvîna dil Hey wax gul bû evîndara bulbul Bulbul xema qet nakşîne ji gul Bulbul xema qet nakşîne ji gul Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zerîyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niştîman e Diqîrî, digazî li ber destan ne Dotmam dayika me tev niştîman e Diqîrî, digazî li ber destan ne Wê çawa bê sebra me Kurdan e Wê çawa bê sebra me Kurdan e Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê Zerîyê evîndara pismamê Dotmam tu pir şêrînî li ba Şivan Lê niştiman nadim bi hezar yaran Dotmam tu pir şêrînî li ba Şivan Lê niştiman nadim bi hezar dilan Bo azadî dil û canêm qurban Bo rizgarî divêm axa goran Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam We em rûreş in Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê Zerîyê evîndara pismamê Zerîyê evîndara pismamê

Bêjebêje © 2015-2024