a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Lo Misto

Lo Misto lo Mistiko Rebeno dest sistiko Doza heqê xwe nake Ber xelkê xwe melis diko Misto bavê Seyranê Rabûye ser tapanê Diqîrim çiqas bibêm Tew lê nayê gumanê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re derda lê neke Were lo lo lo... Misto Min gelek tişt jê re got Dil û ceger li min bûn sot Go belê weke te ye Lê Misto bûye gayê cot Misasa dest axê xwe Nîr xistiye stuyê xwe Zikê erdê diqelişe Bûye gayê axê xwe Misto Misto Misto Misto Dor dor dor beşo lo Rebeno bi bextê reşo Were lo lo lo... Misto Beg zuxta lê dixîne Hêta Misto bi xwîn e Qet serê xwe ranake Lê bi ax û nalîn e Misto di bîra te de ye Li gundê Xerabreşkê Havîn û zivistanan Em rêncber bûn ji bo axê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re kula lê neke Were lo lo lo... Misto Axa çûbû seyranê Me berdida meydanê Me serê hevdu dişkand Ew dima li ser talanê Bes e ev talan Misto Nîr bavêje ji husto Tu rahêje misasê Li dijmin bade husto Misto Misto Misto Misto Misto dil û çavê min lo Tu dizanî bi halê min Were lo lo lo... Misto Misto kedxwar dudu ne Erd û zevî girtine Bi hev re weke seyan Dixwin tev ser û bin e Misto rabe ser piyan Dem çû em pir dereng man Kes êdî qebûl nake Zilm û zoriya kedxwaran Misto Misto Misto Misto Ji min gazinca meke lo Derya derda veneke Were lo lo lo... Misto

Bêjebêje © 2015-2024