a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Mala Min

Ûy de mala min, ûy de mala min Mala bavê min mala meran e heywax Dere mala min hêy… lê mala bavê min mala meran e Û konê mala bavê min rebena Xwedê konê mala meran e ha wa wey lê… Dere çawa bi destê bavê Lalo girtin xistin kelepçê Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo yellah lo kurdo Dere çawa berê zarok û zeçên wî dane guhê van gundan e de hoy, hoy… Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê… Dere mala min hêy… Ûy de mala min, mala min.. Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy Û çadira bavê Lalo danî li ber çema Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekê danî li berê çema Were vê sibekê naziman û qumandarê Qolordiya Diyarbekir Hatîn kon û kozikê xwe danîn cem me Belê wezê nakevime ber kuştin û girtina bavê Lalo Siwarê kovê ezê ketime ber heyfa wê heyfê Dere çawa destê wî xistin darê kelepçê Berê wî dane hepisxana bajarê Erziromê Dere çawa berê zarok û zêçê wî danê nav Ecem e oy oy… Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy… Dere mala min hêy… Ûy de mala min, mala min… Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy Û çadira bavê Lalo danî li serê latê Xeybetê berxê mala Emer vê sibekê danî li serê latê Belê îro sê roj e alaya Sêrtê Tevî mufreza cendirmê tabûra eskerê vê xelatê Belê digerine li bavê Lalo, siwarê kovê Li vê dews û li vê rêç û li vê deşt û taqibatê Wele ezê nakevime ber girtin û kuştina bavê Lalo Ezê dikevim ber heyra vê heyrê Û axalerkê me ser re dibêjin Çawa tu bûyî fîrar û mahkûm û qaçaxê hukûmatê hoy de hoy Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy… Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024