Şivan Perwer
Me çi kir
By: xeylonic 70 BB · Contributor
**Peyv**
Awaz peyman û soz e
Çep û çîz û bahoz e
Nevîçirka Cegerxwîn
Bûka çiyayê pîroze
Huner çek û çeper e
Şev û roj here were
Karê me Kurda ev e
Xebat û kêyf û şer e
Şivano lêxe lêxe
Derdê dilan derêxe
Keç û kûr evîndarin
Govendê xweş tu lêxe
Gazîya te ji dil tê
Ji kovanên di kûl tê
Beko, meko, dê çikin?
Piştî reşê, rewşen tê
Rê dûr e, delîl teng e
Huner evîn û ceng e
Şivano bêje bêje
Êvar e li me dereng e
**Stran**
Lo me çi kir, me çi kir?
Me xwelî bi serê xwe kir
Ma ne şerm û fedî ye
Ev doza me ji bo çî ye?
Çend gotina ez ê bêjim:
Ez ne dîn im ne gêj im
Hêşê min li serê min e
Her tişt li ber çavê min e
Ger hûn divên serxwebûn
Nebin dijminê yek bûn
Ger hûn divên serxwebûn
Nebin dijminê yek bûn
Şer bikin li hember Romê
Lê pişta xwe nedin Şamê
Şer bikin hember Romê
Pişta xwe nedin Şamê
Dibêjin Şam şekire
Lê welatêm şîrin tir e
Dibêjin Şam şekire
Lê Kurdistan şîrin tir e
Lo me çi kir, me çi kir?
Me xwelî bi serê xwe kir
Ma ne şerm û fedî ye
Ev doza me ji bo çi ye?
Ger pêşt bidin Tehranê
Bombe tên weke baranê
Ger pêşt bidin Tehranê
Bombe tên weke baranê
Ger pêşt bidin Bexdayê
Tew ax çi şerm e lê dayê
Ger pêşt bidin Bexdayê
Ax çi şerm e lê dayê
Lê meclîsa Enqerê
Dîsa nebin kolên berê
Lê paytextê Enqerê
Dîsa nebin wek kolên berê
Lo me çi kir, me çi kir?
Me xwelî bi serê xwe kir
Ma ne şerm û fedî ye
Ev doza me ji bo çi ye?
Ger li avrûpa bûn mêvan
Nebin pepûk û perîşan
Ger li avrûpa bûn mêvan
Nebin reben û perîşan
Ger xort bibê doza we
Wê pirr bin hevalên ve
Ger bihêz bibê karê we
Gel dibin hevalên we
Lo me çi kir, me çi kir?
Me xwelî bi serê xwe kir
Ma ne şerm û fedî ye
Ev doza me ji bo çi ye?
Pişt nedin dijminên xwe
Bawer bikin bi gelên xwe
Pişt nedin dijminên xwe
Bawer bikin bi gelên xwe
Ger wa biçin bi van karan
Em xelas nabin tu caran
Ger wa biçin bi van karan
Em xelas nabin tu caran
Nerevin ji barê giran
Bawer bikin bi Kurdistan
Nerevin ji barê giran
Bawer bikin bi Kurdistan
Lo me çi kir, me çi kir?
Me xwelî bi serê xwe kir
Ma ne şerm û fedî ye
Ev doza me ji bo çi ye?
Bê organîze û rêxistin
Tu car em xelas nabin
Bê partî û rêxistin
Dijmin ji me natirsin
Pirr giran e barê we
Lê zor pîroz e doza we
Pirr giran e barê we
Pîroz dikin doza we
Kesên serok û sekreter
Pêşî ew dibin rêncber
Lê kesên serok û rêber
Pêşî ew dibin rêncber
Lo de çêkin de çêkin
Vê dozê xweş bi rê kin
Vê xwelîyê ji ser xwe rakin
Da em welêt ava kin
Lo de çêkin de çêkin
Vê dozê xweş bi rê kin
Vê xwelîyê ji ser xwe rakin
Da em welêt ava kin
Lo de çêkin de çêkin
Vê dozê xweş bi rê kin
Vê xwelîyê ji ser xwe rakin
Da em welêt ava kin