a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Mîmîcan

Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan Xweş camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan Çi xweş li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024