a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Min bêriya te kiriye

Bêriya evîna xwe kir bû Hat heyalê wî û reman bû Stranek avêt ser: "Min bêriya te kiriye" Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji rengê buharê Bipirse ji gulên wê darê Bipirse ji rengê buharê Bipirse ji gulên wê darê Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Ev çend sal in ez girtî me Zulm û zorê gelek dî me Ev çend sal in ez hebsî me Zulm û zorê gelek dî me Lê bi evîna te dijî me Bawerke m’bêriya te kiriye Jîna bê te ne tu jîn e Jîna bê te ez dijî me Herku te’d bîra xwe tînim Hêz dide min û dijî me Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Evîn nebe jîn şîn e Jîna bê evîn qîmet nîne Evîn nebe jîn şîn e Jîna bê te qîmet nîne Dikim doza evînê Bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji kevokên aştîyê Bipirse ji hevaltiyê û dostiyê Bipirse ji dîwarên hepsê Ewê ji te ra bêjin rastiyê Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye Bawerke m’bêriya te kiriye ...

Bêjebêje © 2015-2024