a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Mîrkut

Mîrkut bînin vî yalî Nend û bendan vemalî Doxê bigrin û rakin Bila dangoh binalî Him dano Him xwarino Him jîyano Kesê nekin Bê îmano Kesê bikin Jîn û jano Ay ay ay ay.. Hey ne li mal e ne li mal e Lawik hate pêş mal e Ber bîna te bêhal e Ji kerba keçikê dinale Xwedê ava bike vê malê Keçikê bike bermalî Ay ay ay ay.. Danê me ye Pel kuteye Ew xwêdana Eniya me ye Axa naxwe Xatûn naxwe Ev jî keda Destê me ye Ay ay ay ay.. Lawno rabin dan lêdan in Tev lê bidin nan û dan in Zar û zêçên me birçî bûn Li payîz û zivistan in Spas ji xudayê xwe bikin Daye me ev nan û dan e Bila emrê me wiha neçe Bê azadî bê îman e Ay ay ay ay.. Nanê me ye Hem kute ye Noşîcan be Li canê me ye Me helal be Rizqê me ye De lê bidin Danê me ye Ay ay ay ay..

Bêjebêje © 2015-2024