a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Narîn

Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê Ezê tu emelê dunyayê nakim Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim Ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn

Bêjebêje © 2015-2024