a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Pêşmerge

Çiya bi berf û dûman e Gulikên berfê befîrîn Berf û ba û tozan e Pêşmergeyên me di nav da ne Berf û tozan hêwîrin Berf û bahoz hêwîrin Ha lêxin lê xin lê xin Lêxin birano lê xin Panyê sola li erdê xin Pozê piyan li erdê xin Şahî kin dilana xwe Dilana me pêşmergan Qehra sala bi erdê xin Her car dora bi dengê xin Bi hev din dest û milan Şên kin xaka Kurdistan Ditirsin ji dîlana we Tirsiyan ji doza pêşmergan Enqere û Bexda û Tehran Hûn pêşmergên qehreman Hûn ronîka çavên Şivan

Bêjebêje © 2015-2024