a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Sarê

Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e Sîyê girtî zinare Sî deket ber dîware Kes li mala nemaye Dilê me dost xuya ye Li benda te me zû were Ez mame li ber dîwaran Sarê keça fila ye, delalîka dayik û bava ye Sarê keça fila ye, delalîka dilê xorta ye Min go Sarê were vir Sûryoyî xeber daye Min go rindam were vir Filekî xeber daye Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye Em gelek ji hev hezdikin Ferqa dîn qet nemaye Sarê tu Sara min î, delalîkê tu yara min î Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî Xwuda me ji bo hev çêkir, del dil da ser vî dilî Sarê tu sara min î. Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024