a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Şer Neke

Korîcîtî çi ye gotinek tirkî ye Yanî cahş e xwe firotiye Xwez û partiyê neyar xayinê welat e Kuştiyê bira ye, nokerî ye şerm û fedî ye Ger lingê we xwasî ye, yan zikê we birçî ye Ger ji ber wê ye we xwe firotiye Bo çi nafikirin kanî sebeb çi ye Go ev rêça xelasiyê Neke lawo neke Neke bêbext neke Hinekî şerm bike Xwuşka te ye, birayê te ye Mamê te, pismamê te ye Ew hevalê doza te ye Li hemberên wan şer neke Ew neyarên koka me Heyfa wan nayê bi me Kuştine kal û bavê me Pê re tîne bi serê te qorîcî Meyze ke dîn çi gotiye Hubbul weten mînel îman Kesê ji welat hez neke Pê re kêm e dîn û îman We çek rakiriye milan Daye pêş dijminê xwe Dikujin welatperweran Xera dikin welatê xwe qorîcî Ew dewletên li ser we Ew in dijî doza me Divên her em bibin cahş Birakujî şerê me qorîcî Neke lawo neke Neke bêbext neke Hinekî şerm bike Xwuşka te ye, birayê te ye Mame te, pismamê te ye Ew hevalê doza te ye Li hemberên wan şer neke Ew neyarên koka me Kuştine kal û bavê me Pê re tîne bi serê me Heyfa wan nayê bi me Neke lawo neke, cahşitî, qorîcîtî ne baş e. Xweda efû nakê ger mirov xayinê welatê xwe be. Ey têkoşerên doza me, bê yek nabiçin ser birayê xwe. Dijmin wan xapandiye. Bişewite mala menfaata şaxsî. Me bi civakiyê xebat nekiriye ji ber wê jî wenda kiriye. Heyf û mexabin

Bêjebêje © 2015-2024