a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Serhildan jiyan e

Serhildan li serê çiyan hêy Berxwedan di nava zîndan Dengê xorta xweş tê min hele Dengê keçan dilovan Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e Rawestan ne karê me ye Pêşveçûn armanca me ye Kurdistan li hêviya me ye Çavên wî li rêça me ye Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e Dengê karker ji karistanê Ê xwendevan ji dibistanê Dengê pêşmergê ji qadê tê Dengê şehîd ji goristanê Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e

Bêjebêje © 2015-2024