a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Şêxa Canê

Eman eman Şêxa delal yarî kir.. Ax lê gidî yarî kir ax were lo ax Were min destê xwe avêt sîng û pela bişkok qetiya Ax lê sîngê spî dikir ha wer lê ax.. Wele ew bêbavê fêsad û ewarê cîran û derdora me Li ber devê derî li min û Şêxa delal ax lê guhdarî dikir Were eman ... ax eman eman ha wer lê were lo lo... ax Şêx delalê Wele gelî fesad û ewaran çûn cem bavê min û Şêxa delal Ax lê fesadî kir ax were lê ax were lo ax Wele emê herdu biçin cem hakimekî adil Mala wî ava bibe bila bêje vana herdu cihêl in, ax lê nezan in ha wer lo lo Ava ji bona çavê te yî reş û belek, ji dêmane sorgulî û bejna te ya zirav Ma ne her salê min ê dinya gihirt û ax lê aqil ji vî kir Were eman... ax eman eman ha wer lê were lo lo... ax Şêx delalê Eman eman Şêxa delal min go ez ne şêx im Ax lê ne derwêş im ax were lê ax were lo ax Wele ezê rahêjim va xençera, xençerekî heyderî bidim ser dilê xwe Dilê xwe rebenê ax lê biqelişim ha wer lê lê.. Wele ezê hemû derd û elem û keserê Şêxa delal ax lê jê bavêjim Wele tu dibînî kambaxê malê me qeliyane Wele ezê nizanim derdê dilê xwe rebenê ax lê ji kê ra bêjim Hawer lê were eman eman... ax lê Şêx delalê Ax eman eman Şêxa delal min go ev çi dar e Ax lê di hewşa we de ax were lê ax were lo ax Wele dar e va ye bi nava payîzê dawiyê re pelê xwe weşandin Ax lê bi ser me de ax ha wer lê Wele Xwedê bike mirazê mirazxwaza mirazê min û Şêxa delal Di nav doşek û lihêf û balîfê ax lê qedîfe da Were eman... ax eman eman ha wer lê were lo lo... ax li Şêxa dînê Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024