Şivan Perwer
Seyran
nîsan meha seyran e canim/evîn
dema bihara gulan e
vebûn gul û gulxunçe/gulsosin cana
çirîka bilbilan e
were evîn de tu were ba min
jana dil axîna min
ez nexweş im, bêhal im evîn/canim
dermanê dil bide min
heyva çarde çû ava were
dewir û dem nema bi me re
ez nexweş im bêhal im evîn/canim
beriya ez can bidim were
Muzîk: Gelêrî