Şivan Perwer
Sirûda karkerên awistirya
Bi dil ketin em şerê jînê
Em bi gavên pêt her pêş da diçin [2x]
Em li paşiya vê rêya reş de
Bêşik Rojhilatê xweş dibîni
Derket ji paş ciyan, binêr ev tê çawan
Bibezin ber bi stêrka sor
Êdî ne xewne ev, ne jî xeyale ev
Stêrka rizgarbûne sor
Diya me bes tenê refê karkerane
Welatê me jî hemû cîhane [2x]
Emê bikin şerê dor yê paşîn
Li ser me ala me Lenînîzm
Bilindkin ala me, pir û pir bilindkin
Rakin ala me ber bi jor
Emê îro xînin, em sibê derxînin
Rakin hemû ref û gor
Tu li behra reş wek fanûsekî
Em bi roniya wê pêş ve diçin [2x]
Em li paşiya vê rêya reş de
Benda Rojhilatê xweş dimînin
Karistanan em in, li zeviyan em in
Em in jînê çêdikin
Ziman yek ji bo me, dîn yek ji bo me
Weke ji dayiîk û bavek hatin.