a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Tembûra Min

Tebaxa 1996’an ez li welat bûm. Êvara hênik, bayê rojava gelek xweş e li serê Selheddîn Mesîf. Me li bajarê Hewlêrê dinihêrî, û ez û tembûra xwe bi hev re mijûl bûn Tembûra min, hevala min, bêkesa min, delala min Gava bêjim ez derdê xwe Te datînim ser çoka xwe Te re dibêjim derd û kula Tembûra min, hevala min Tembûra min, tu hevala min e, dinalîne Welatê min par par maye Gelê min tev neçar maye Dikim nakim kanras nabe Bo çi yekîtiya me nabe Wa Xwedêyo ev çi hal e Bo çi nade mehmecal e Me ne dost e, ne heval e Hêvî bû xewn û xeyal e Têlê zirav tu dinalî Baş dizanî bi vî halî Tembûra min em bibêjin Belkî bihar bixemilî Gava’g bihar bixemilî Ez bilbil im, tu jî gul î Tembûra min, hevala min, bêkesa min, nalîna min Tembûra min, ka em bêjin, binalin. Dengê min û te li ruyê erdê belav be, bikeve guhên qirêj, da ku xweşî û rindî bikeve dilê mirovan. Hevala min, bêkesa min, nalîna min, evîna min

Bêjebêje © 2015-2024