Şivan Perwer
Tenê mayî tu raketî
Êdî bese
Rabe ji xew
Xortê hêja
Keça bedew
Tenê mayî tu raketî
Xebata te bi paşketî
Rohilatî pirr bilind bûn
Xelkê cîhan tev şîyar bûn
Tenê mayî tu raketî
Lê xebata te bi paşketî
Tenê mayî tu raketî
Lê xebata te bi paşketî
Rohilatî pirr bilind bûn
Xelkê cîhan tev şîyar bûn
Rohilatî pirr bilind bûn
Xelkê cîhan tev şîyar bûn
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê
Ez pirr rind im
Li bende we me
Lo gula sor im
Li hêviya we me
Ez pirr rind im
Li bende we me
Lo Kurdistan im
Li hêviya we me
Riya we bû ronahî
Dîsa kor in nabînin
Riya we bû ronahî
Dîsa kor in nabînin
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê
Bang dikim te Ruhayê lê
Diyarbekir pirr deng dayê
Bang dikim te Ûrfayê lê
Diyarbekir pirr deng dayê
Bitlîs û Mûş, Hekkarî, Wan
Hilgirtine barê giran
Bitlîs û Mûş, Hekkarî, Wan
Hilgirtine barê giran
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê
Ez Şivan im hêvîdarim
Lo bi qîrîn û bi hawar im
Ez Şivan im hêvîdarim
Lo bi qîrîn û bi hawar im
Ev bû bîst û sê salê min
Dikim gazî û dinalim
Dibê bîst û çar salê min
Dikim gazî û dinalim
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê