a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Tev Jir û Zana Bin

Mêr bira rabin ên azadîxwaz in bira rabin Pîsik ji me re nabin û cahşik ji me re nabin Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin Gelî mêra rabin pîs ji me re nabin Gelî mêra rabin cahş ji me re nabin Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin Bidine hev destê xwe jîr û serbestê xwe Sor gul û mestê xwe da bi Kurdistanê şa bin Gelî mêra rabin pîsik me re nabin Gelî mêra rabin cahşik me re nabin Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin Tev bikin karê xwe hilgirin barê xwe Berdin neyarê xwe ji bo kurd ne wenda bin Gelî mêra rabin pîs ji me re nabin Gelî mêra rabin cahş ji me re nabin Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin Barekî giran e, barê me kurdan e Vekin dibistanan, ji bo kurd jîr û xwenda bin Gelî mêra rabin, pîs ji me re nabin Gelî mêra rabin cahş ji me re nabin Tev jîr û zana bin, ji bo kurd rengê Kawa bin…

Bêjebêje © 2015-2024