a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Tirba Min Çê Kin Li Kurdistanê

Dilo ez bimrim dilo hewar li vê biharê Li vê biharê dilo heyran li vê biharê Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê Hêsir li çavê min xweş in û meş in weke baranê Weke baranê dilo heyran weke baranê Tirba min çê kin dilo hewar li milkê bavê Milkê kurdan e dilo hayran milkê merdan e Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê Kurdno werin bi hev bigrin em bigrin lezê Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê Bira azadiyê bira hewar bi merd û cezê Tirba min bikolin bira hewar li gulîstanê Li gulîstanê dilo heyran li gulîstanê Dilo ez bimrim dilo hewar li zivistanê Li zivistanê dilo heyran li zivistanê Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê Wek goristanê bira hewar wek goristanê Emê ilm rast kin dilo heyran di dibistanê Di dibistanê dilo hewar di dibistanê Tirba Şivan hûnê çê kin li Kurdistanê Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê… Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024