a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Wa hatin Pêşmergên me

Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in partîzanên me Çek û rext li milên wan Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Ji mêj da benda wan e Çavê me li rêça wan e Keç û xortên gundê me Daxwazya wan ya wan e Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Çek û rext li milên wan Tev rabin bkin dîlan Cejn û şahî û sêyran Bêjin hûn bi xêr hatin Ey pêşmergên qehreman Bêjin hûn ser seran hatin Hûn pêşmergên pehlewan Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Diparêzin jîna me Pir zehmet dîtin ji bo me Kurdistan ji nû ve şîn da Bi xwîna pêşmergên me Kurdistan ji nû ve şîn da Bi xwîna şehîdên me Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Dest ji dozê bernadî Dibê dilxweşî û şadî Da ji bo me pêk bînin Dostî û aşitî û azadî Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan

Bêjebêje © 2015-2024