a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Warê Me Ye1

Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Pezê me, pezê me Diçêriyan li çiyayên me Talan kirin, girtin birin Agir berdan konê me Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Zarokên me zarokên me Ji bir nakin ew rewşa me Perçiqandin jiyîna wan Xwestin vemirin ocaxên me Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Mêrgê me na mêrgê me na Lê gul diçînin keçê me na Jêdikirin gulyê wana Ez jibîr nakim zarîna wan Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me

Bêjebêje © 2015-2024