a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Wî De Mala Min (Bavê Lalo)

Wî de mala min Wî de mala min Mala bavê min mala mêran e eywax De here mala min hê hê… Lê mala min mala mêran e De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo” De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane Guhê van gundan e de oy oy. De mala bavê min mala mêran e De herê malan min hê hê… Wî de mala min, mala min, mala min. Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ber çema Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir Hatî kon û kozikê xwe danî cem me Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê Wezê ketime ber heyfa wê heyfê De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… De herê malan min mala min mala min Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ser latê Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo Wezê dikevime ber heyra vê heyrê Û axalerkê me ser re dibêjin Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê Hoh oy de hoy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…

Bêjebêje © 2015-2024