Şivan Perwer
Xewna min
By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor
**Peyv**
Gulistan:
Şivan, Şivan!
Şivan:
Hi?
Gulistan:
Şiyar be, sibe bû
Şivan:
Off, min çi xewnek xweş dîti bû
Gulistan:
Te çi xewn dî!? Bi xêr bi
**Stran**
Wey lo, wey lo, wey lo lo
Wey lê, wey lê, wey lê lê
Ev çi xewek şêrîn bû
Ev çi xewnek rengîn bû
Mi' di xewna xwe de dî bû
Kurdistan rizgar bi bû
Çûm ser birca Diyarbekir
Min wa li xwe meyze kir
Bala xwe da mizgefta
Şêx Seîd lê bi dar vekir
Ew Şêx Seîdê Pîran
Got keç û xortên kurdan
Bi milyona Kurd hene
Wê pir çê bin ser hildan
Ji wir çûme Agirî
Dilêm hûr hûr digirî
Ji nişkavde dengek hat
Ew dengê doktor Fûad
Çûm Dêrsimê di çiyê da
Xweş hilkişyame tê da
Di bin her kevrekî da
Seyid Rizokî tê da
Paşê çûme ber bi jêr
Rastî min hat Alîşêr
Di got: Lo lo Şivano
Berxê nêr ji bo nan kir
Di Dêrsimê, şêr, şêr e
Çi jin e, ha, çi mêr e
Zêrzanî, ha zorzanî
Devê tivinga morzanî
Pêre çûme Mehabad
Gelek kes bi pêrgêm hat
Çûm bajarê Mehabad
Gelek kes bi pêrgêm hat
Çi şahî, çi xweşî bû!
Go: Şivano tu bi xêr hat
Çûm meydana Çarçira
Çend hêstran got li wira
Ax lê dînê dunya yê lê
Qazî Mihemed bi bîram hat
Ha, ha ha, ha, ha
Ha ha, ha ha, ha
Pêre çûme va Berzan
Ew Berzanê şêr çiyan
Çek û rext hildigirt milan
Awirêm xwe tuj kir wek bazan
Di go: biçin Kerkûk ê
Bikirin şala bûkê
Bikin zava Pêşmerge
Li ser çayên Duhokê
Pêşmerge bi zehmetê xwe
Xwîna xwe rijand ji bo me
Bo azadiya gelê me
Xwîna xwe rijand ji bo me
Ha barîk, barîk, barîk
Bûk û zava li hev bimbarîk
Ha barîk, barîk, barîk
Bûk û Pêşmerge li hev bimbarîk
Gava Şiyar bûm ji xew
Ne ew rastîya me, derew
Ji we pir dikim hêvî
Vê xewnê bibin serî
hm, hm, hm hm, hm hm hm
Wey lê, wey lo, wey lo lo