a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Xeydokê

Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê Li Rihayê dewran e, li Siwêregê ferman e Ji bo xatirê Xeydokê, eşîr tev de di şer de ne Bona çavê Xeydokê eşîr tev de di şer de ne Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê… (Dîsgotin) Xeydok hat û ha wa çû, kê lê nêrî ji dil ve çû Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû Bona çavê Xeydokê eşîr tev de têk ve çûn Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê… (Dîsgotin) Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban Çi Xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurban Qet di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan Hemû ketin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê… (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024