a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Xezal xezal

Xezal Xezal, hayê hayê Îro minê dîbû mala Xezala min barkir Çû zozana oy, oy, oy cefayê Şewtî kulê dilêm pir bûn Xezalê Oy oy hayê Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye jitere bibim Cem aşiq û cem hozana oy Oy cefayê Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo ramûsanan oy Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim çima va qîza seba çiye hoy hoy nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal Xerîbî zore oy cefa Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal Îro dîn û bala xwe didim çiyayê zozana, çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy cefayê Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê berfê lêkir oy xezal Dîsa minê dî bilbilê mal xirab oy oy oy hayê hayê hayê Minê dî bilbilê mal xirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezalya min bû Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir Xezala min biyan e Gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim çima va keça seba çiye hoy oy nayê rayê Xezala min biyan e Biyanî zore hoy cefa Belê meyrê xerîb li welatê xerîbiyê kore xezal De migo xezalê bi rebenê meçe avê way way De migo delalê bi rebenê meçe avê way way Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way Wê ji te bistîni bi rebenê kev berana min way Wê ji te bistîni bi delalê kev berana min way Xezal xezali bi rebenê keça kurda ye way Xezal xezali bi delalê keça kurda ye way Xezala me gîde lê lê ji pişta mêra ye way Delala me gîde lê lê ji pişta dayka ye way Ezê xezalê nadim qet tu kesa ye way Wez bim delalê nadim qet tu kesa ye way Wez xezala xwe tim nadim qet tu kesa ye way Çavê xezalê belekin bi welata ye way Çavê delalê belekin bi welata ye way

Bêjebêje © 2015-2024