Şivan Perwer
Xezala min
Xezala min, delala min
Konê bavê te çît e
Xezala min, delala min
Konê bavê te çît e
Xezala min, delala min
Kon girêda bi şirît e
Xezala min, delala min
Kon girêda bi şirît e
Xezala min, delala min
Tu rabe werîs bîne
Xezala min, delala min
Tu rabe werîs bîne
Were ba min, bi min re bikene
Li mala me kes nîne
Were ba min, bi min re bikene
Li nav konade kes nîne
Xezalê, delalê
Wek sitêrkê li ezmana
Mala barkir, koç bi rê ket
Koçer tev çûn zozana
Xezalê, delalê
Wek sitêrkê li ezmana
Mala barkir, koç bi rê ket
Koçer tev çûn zozana
Xezala min, delala min
Evîn xweş e bi du dila
Evîna me şan û şîn e
Be bi bilûra şivana
Evîna me şan û şîn e
Be bi bilûra şivana
Xezal lê lê, delal lê lê
Were can lê, hê lê can
Xezal lê lê, delal lê lê
Were can
Evîn xweş e
Li zozanan
Li ber qiraxê çeman
Evîn xweş e li zozanan lê
Deşta Heranê pir germ e
Ez namînim li vê derê
Destê xwe bide min tu
Em biçin tev Şerefdînê
Deşta Heranê pir germ e
Ez namînim li vê derê
Destê xwe bide min tu
Em biçin tev Şerefdînê