a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ya Star

Ya star ya hawar bê lo me be Neyê serê tu kesî ya star ya hawar Gur ketiye pezê me, dixwar kar û berxên me Diz ketiye xana me, talan dike malê me Fêsad ketin nava me, hev xistin bi kulfetê me Dijmin kete qada me, perçe kir welatê me Kor kirine heşê me, teng kirine dinya me Dane ser me navê xwe, bo em bimînin kole Dixwin hemû keda me aha ev e halê me Daxwaziya me, em bibin dewlet, dibêjin win nebûne milet Li dinyayê milet neman bê azadî û bê dewlet ji gelî me kurda Dibêjin dîroka we nîne, farîsî ne erebî ne Yan tirkî ne û li hev ketîne bingeha we qet çi nîne ax Dibêjin rêziman nîne, zazakî ne kurmancî ne Soranî ne loranî ne yan goranî ne kurd kî ne Ne li ser yek mezheb û dîn e Îslamî ne, xiristiyanî ne, zerdûştî ne yahudî ne elawî ne û sunî ne ax Gelê mino; dilê mino; bi felsefa derewên neyar xwe nexapîne Ew kesên xwîna mirovan birjîne dîn û îmanê xwe çi nîne Çi gav gelê me ber bi rojên azadiyê diçe, birakujî dest pê dike Gêle kurd jar û perîşan dîsa bindest dibe Xerabûn kesekî xelas nake Aha evîn qom û berên me ha ev e gelê kurd Zebarî û Mizûrî ne, Dostkî, Sindî û Berwarî ne Hewramî û Babaî ne Caf û Herkî û Berzencî ne Hekarî û Erdelanî ne, Gor, Sor û Zengênî ne Şikakî û Begzadî ne, Remî, Elkî û Zîlanî ne Pencinarî û Silivî ne, Bêrtî, Jîrkî û Reşkotî ne Omerî û Canbegî ne, Milî, Şêxî û Qeregêçî ne Sinemîlî û Berazî ne, Mûtkî, Hesenî û Heyderî ne Kawî Hackî û Loloî ne, her yek dijminê yekî ne Ya star ya hawar bê lome be Neyê serê tu kesî Gêle kurd her şêxekî ereban, her eşîrek Efrika Her bêrek tirkan xwe qebûl dikin milet dibin dewlet Lê ji bo çil milyon kurd nîne maf û edalet De hêz bikin nasekinin bixebitin û bixwînin Tovên jînê biçînin emê mafê xwe bistînîn Ger hûn bikin qiret ji ser xwe rakin zor û illet Em milet in bibin dewlet Aranje û harmoni: Dalshad Saîd

Bêjebêje © 2015-2024