a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Yar Merheba

Yar merheba, can merheba, ehlen we sehlen merheba Tu bi xêr hatî û xweşî hatî, li ser seran, li ser çavan Yar merheba, can merheba Bi hatina te şa bûme, sola xwe deyne, were rûne Lo mêvano de kerem ke, were li kelêka min rûne Yar merheba, can merheba Yar tu zanî, pir dûr mame, zû de ye ji welat qetiyame Yek caran tên mevanên min, lê bêgan û bêwar mame Ka bêje çi heye li welat, çawa dibe kar û xebat, ax Gava qal kir, keser kişiya, hûr hûr hêsir ji çavan meşiya Min lê nihêrî û kûr fikirîm tînê da dil û jixweber êşiya Go: Heyran, ger mirov bêje, derd û kul, azar û êş e Zilm û zordarî li her der, gelek heye wek tu bêjî Dijî zilmê me dest pê kir, kom û koz û civîn çêkir Ji serî ta binê welat komale û partî bi rê kir Lê em gelek bi gazin in, em li hember hev mezin in Doza li hember dijmin berda, hevdu kuştin bi hev ketin Xebat têk çû, em tev şikiyan, hin hat girtin, hinek reviyan Zarok û jin, kal û pîr tev, man li ber destê dijminan Xortên hêja, keçên ciwan, girtî ne li binê zindanan Ferman e li ser serê me, tevger ne baş e bê guman Çawa kesek me nabihîze, xwînxwar bi namûsa me dilîze De biqîre heval bêje, kor bibînin, kerr bibihîze Of, of.. Bextreşî, bindestî, xizanî Li alîkî perîşanî û belengazî Ev çi hal e, gava hindekî şiyar dibin şerê hevdu dikin Yên li pê dimînin, xelk wan dibe heps û zindanan Şerm kir û stuyê xwe xwar kir di ber xwe de hêstirên xwe pak kir Agir bi dil û canê min xist, min hiş û aqil wenda kir wax, wax Min got me tev erdek rakir û xwêdana xwe li ser rêj kir Kurm û qimil tev ketinê, ser û binî tev xera kir Go herdem me çare nîne erdê rake û tov biçîne Tav û baran, rengê gulan li zevî xew hişîn bîne Min got jiyan têkoşîn e, geh têk diçe, geh pêk tîne Lê ji bo me heye armancek, xweşiya jînê pêş de bîne Go me tev heye armancek, lê dikin nakin nabin yek Pergal li me bela bûye lê ji her serîkî tê dengek Rast e bi te bawer dikim, çend sal in ku ez jî bang dikim Dil û ceger li min heliyan, ji wan ez ji niv şînê dikim Ji te re bêjim bê guman, sonda min bi navê Kurdistan Kes navê bimîne kole, wê rabe ev zilm û talan Ger hûn bi gel bawer dikin û ji bo heqê wî kar dikin Lê tiştê ku gel ji we dixwaze tevdîra yekîtiyê bikin Perçebûn û dijberî kesekî xelas nake Dijmin mezin e, hûn biçûk in Bes e êdî birakujî Bimre birakujî, bes e…

Bêjebêje © 2015-2024