a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Zembilfiroş û Xatûn

Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş Zembîlfiroş zembîla tîne Delalo zembîla tîne Kolan bi kolan digerîne Nan û dahnê pê distîne Zarokan pê ditevrîne Gava ew zembîla tîne Xatûn li bircê dibîne Bi eşqa dil dihebîne Aqil diçe sewda namîne Ha dil were, ha dil were Kesê ji dil nekî bawere Ji mirovantî hatiye dere Xatûn : Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Buha buha ji te bistîne Lawiko ez brîndar im Zembîlfiroş: Xatûna min a delal e Min bîhîstî Mîr ne li mal e Bazara'm bi malê helal e Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Ha dil were carek bi coş Car car vexwe şerbeta xoş Dilqinyata Zembîlfiroş Xatûn : Zembîlfiroş lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Min bo eşqa dil te anî Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Xatûna min a zerîn e Qusur li ser te qet nîne Lê dilêm kesî nahebîne Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Hay hay hay hawar e hawar e Hay hay hay hay. Xatûn pir evîndar e Li ber rehma Xwedê xwar e Ji eşqê maye bê par e Evîndar e ma bêçare Xatûn li jor kar dike Zêr li eniyê par dike Kalên sedsalan har dike Xatûn : Çavên min mîna eynan e Biskê min mîna qeytan e Diranê min mîna mircan in Eniya min mîna ferşan e Berê min mîna fîncan e Fîncanên mîr û paşan e Sîngê min mîna zozan e Zozanên haft eşîran e Zembîlfiroş, lawikê derwêş Lê bike kêf û seyran e Zembîlfiroş lawikê derwêş e Keremke tu were pêşe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Ditirsim ji agirê êtûnê Ya Xatûn ez tobedar im Tobedarê Xaliqê Cebar im J'ser toba xwe ez nayêm xwarê Xatûn : Zembîlfiroş lawikê feqîr e Were ser doşeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Tu Xatûna li birc û van î Li ser text û li ser seran î Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyal im Zarok tazî û birçî li mal in Xatûnê ez tobedar im Xatûn : Zembîlfiroş lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wî Reb ê jorê Xatûnê ez tobedar im Tobedarê Zerdeştê Kal im Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê

Bêjebêje © 2015-2024