a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Zindana Tarî

Zindan tarî çav girêdayî Ling û dest li bend û zincîr Lêdan, îşkence, zilm û zorî Bi sala ye dikşîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê Ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe Dixwaze gelê xwe rûspî derxîne Azadiya wî pêk bîne Bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye Evîndariyê azadiyê ye Bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot Carna îşkence û zilm li zindana tarî.. Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê Çavên min girêdayî lê lê lê lê dayê Zulûm çiqas dijwar e lê lê lê lê yadê Li vê zindana tarî lê lê lê lê dayê Dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta tê Û deriyê hesin dîsa vedibe lê lê lê lê dayê Dengê lingê cûnta tê lê lê lê lê dayê Dengê zilm û îşkencê lê lê lê lê yadê Çi qêrîn û hawar tê lê lê lê lê dayê Va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min Zincîr xistin lingê min, zulma xwe dest pê kirin hoy… Û pirsan ji min dipirsin lê lê lê lê yadê Ku tirsê têxin dilê min lê lê lê lê yadê Her lêdanê li min didin lê lê lê lê yadê Lê ew bi xwe ditirsin lê lê lê lê yadê Wek navê xwe ez dizanim lê lê lê lê yadê Ez perwerê niştiman im lê lê lê lê yadê Ser didim ez sir nadim lê lê lê lê dayê Bawer im baş dizanim lê lê lê lê yadê Vî dijminî ez nas dikim lê lê lê lê yadê Hucra min çiqas sar e Dest berdan û çûn Çavên min girê dane Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê hoy… Û carê ban hevalê xwe kir Weke dengê wan têkeve newalan, best û çiyan Biçê heta pêşmergan, li şaxên Kurdistanê bilind bibin.. Wa.. Hevalno... Hevalno ho..

Bêjebêje © 2015-2024