a photo of Siya Şevê

Siya Şevê

Derew E

Jiyan çima ew qas zor e, nizanim Nema hêz nema evîn, nikarim Bide bide destê xwe bide Mêze mêze l'çavê min mêze Lê lê şev derew e Reş û sipî derew e Tu xewn î, xewn derew e Were min bixapîne Lê lê çav derew e Çav bi hêsir pa nabe Dilê şikiya şa nabe Şa bibe jî derew e Lê lê hez derew e Dest bi destan, bi hev e Jor-jêra jîyan wek hev e Ew jî bila ji min wê da be Lê lê al derew e Ala ku bi ba hêl dibe Sond li ser wê pir dibe Sed rengi sed derew e Bide bide destê xwe bide Mêze mêze l'çavê min mêze

Bêjebêje © 2015-2024