Siya Şevê
Kebanî
Kulîlke ke ji çar pelan
ji çar rengî ji çar hêlan
li ser deştên bêdeng û wêran
Bi bayekî germ û giran
li bin tavê, ji tava zêran
wek berefekî sor xwe li ser agir xemiland
Dem buhirî li ser milan
Xwedaye kî dev bê diran
Wahiyek da ji bo gûran
Girêz dihat ji dev û diran
Dorpêç kirin ji çar doran
Gav bi gav, pêr bi pêr
Xezalan xwe da ber kêran
Bi lîlan û pariyek gri
Nivînek ji kevir û herî
Ew bajarê hezar derî
Ew kolanên sax û mirî
Raperînek bi seranserî
Bi keda xwe ya hûnerî
Tolê distirê mîrxan