a photo of Siya Şevê

Siya Şevê

Sitê

erê lê dayê rast e jiyan bila bibore, mirin paqijî ye dayê ka dolbenda morî li ser teyî dayê ka porsima zêr li ser zêrayî dayê ka destê te her ro li min pêçiyayî dayê ka şîrê te bi dilê te keliyayî erê lê dayê jiyan bila bibore, mirin paqijî ye rêhevalên can paş xwe nenêrî çû dostên keda salan dor xwe nenêrî çû bav ku soza wî giran, soza xwe avêt û çû yara çeleng û xweş nav derewa herikî çû erê lê dayê jiyan bila bibore, mirin paqijî ye erê lê dayê ez dûr im ez dûr im, dûr im, dûr im binê bîra reş û kûr im her der bûye havîn bihar ez li ber bayê kûr im lê sitê tu wer neçe şevên bêkes xewna min pêçe dibe carek destê te digrim ez li desta hûrê hûr im lê dayê tu wer neçe şevên bêkes xewna min pêçe dibe carek destê te digrim ez li desta hûrê hûr im divê êdî hîv negere sal negere, ro negere tirs li gora cîh negere ez heziya gorê sar im erê lê dayê rast e jiyan bila bibore, mirin paqijî ye mirin pagijî ye, mirin paqijî ye

Bêjebêje © 2015-2024