the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Siyamend Oskulî

Ez Dîn Kirim

Ez dîn kirim herdu çavên belek bi car de Birîndar im ji evînê ji zeman de Sozê dilan nevim dîlbera min Min ji bîr meke Te dibînim di xewnê de Bejna zirav, porê tarî ji rengê şevê Te ji bîr nakim, ranazim heta sibê Dilê min li cem te ye, lê şêrînê Te ez kuştim, şewitandim bi agirê evînê Xem û xeyal min dirivînin Ez xwe nizanim Evîndarê te me, bi soz û peyman im Çavê min li riya te ye, lê delalê Bi hesreta dîtina te me, şewqa şemalê Nizam çi bêm çi diyar kim ji dilê xemgîn re Evîna te agir dada di dilê min de Dîsa min go; xemlîn e, lê şêrînê Evîna te dijwar e wek derya xwînê Derd û kulêm gelek bûn Te da ser de Agir berda mala min ji wê demê de Ez bûm koçerê vê felekê, ey keça kurdan Dilê te kevirek parçe dikê dilan Ji ber çava narê bejin û bala te Min go berkî dilê te wek dilê min e, lê Gurçika te ji polat e Dil ji hesin e Min go berkî dilê te wek dilê min e, lê lê lê. Gurçika te ji polat e Dil ji hesin e

Bêjebêje © 2015-2024