the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şiyar Farqînî

Evîna Welat

Hêstirê çavê min dîsa dibare derdê min nîştiman e sebra min nayê kul û keseran bes e dil evîn e çi bikim îro dûr e destê min nagîhê Gava têyî bîra min dilê min ronî heger te nebînim roja min tarî Wekî gul û mêrga tu şîn î bîna avên kaniya emrê min gorî Nizanî çi dijwar e ji te veqetin çavê min pir melûl e, wext derbas nabe Kulîlka te li ber dar e li ser çiya ye delala rewşa dinê welatê min e

Bêjebêje © 2015-2024